Li Fransayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket hezar û 669 kesan
Li Fransayê heta niha bi 30 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara mirîyan jî derket hezar 669 kesan.
Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû hêj dibe sedema mirinan.
Li gorî daneyên dawî yên ku hatine belavkirin ji ber şoba Covîd-19 di 24 seatên dawî de li Fransayê 365 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket hezar û 669 kesan û heta niha bi 30 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)