• DOLAR 32.342
  • EURO 35.146
  • ALTIN 2311.305
  • ...
SON DAKİKA
Ji Rêberê Cemaata Hîzbûllah peyama Coronavîrusê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gumuş di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir divê ev qeyran wek fersendekê bê nirxandin û amelên ku Xweda jê razî bin bên kirin.

Gumuş her wisa diyar kir heta ku ne zarûrî be bila tu kes ji malên xwe derneyên, li gorî tewsîyeyên pisporan hereket bikin û di vê pêvajoyê de bila hemû kes wextê xwe bi dia, îbadet, xwendin û malbata xwe derbas bikin.

Di destpêka peyama ku hat belavkirin de ayetên 155-157 ên Sûreya Bakarayê “Qesem be ku em ê we piçekî bi tirsê û birçîbûnê; bi kêmkirina mal, can û milkê we îmtîhan bikin. Mizgînê bide wan kesên ku sebir dikin!Ew kesên ku sebir kirin dema ku  belayek hat serê wan dibêjin: ‘Em evdên Xwedê ne, em ê vegerin bal Wî. Vaye, bexşandin û rehmata Xwedê her tim li ser wan kesan e.Û ew  kes in ku rêya rast dîtine.” di bîran hatin xistin û dû re wiha hat gotin: “Derheqê Coronavîrusê de gelek xeberdan hatin kirin, gelek tişt hatin nivîsandin û ji ber ku hêj di rojeva cîhanê de di rêza  yekemîn de ye hêj jê tê xeberdan û derheqê wê de tê nivîsandin.Hêj tu kes nizane ev yek dê heta kengî berdewam bike. Ji ber vê yekê ew ê ev axavtin û nivîsandin berdewam bikin. Rebbê min, temamê Mislimanan ji temamê musîbet, bela û zehmetîyan muhafeze bike û zirara Coronavîrusê ya li ser wan kêm bike.”

Gumuş di berdewama peyama xwe de diyar kir divê hemû kes bi şîara mesûlîyetê hereket bike û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Ji bo xuşk û birayên me xwe ji Coronavîrusê muhafeze bikin ez ê tiştekî nenivîsînim.Divê di vî warî de hemû kes li gorî şîret û tewsîyeyên zanyer û pispporan hereket bikin. Hewce nake ez ji bo xuşk û birayên xwe bernameyekê  rojane, heftîyane û mehane ya xwendina kitêban derbixim; lewra ez bawer dikim ku ew di vî warî de ji xwe bi şiûr in.”

Gumuş di berdewama peyama xwe de wiha diyar kir: “Ez dixwazim vê yekê bibêjin: Divê di nav van şert û mercên giran û bi zehmet de em qeyranê ji xwe re wek fersendekê bibînin, jê îstîfade bikin û amelên ku Rebbê me û Mumin jê razî bin bikin.Divê em tefekkur bikin ka em jin û mêr, biçûk û mezin, bi malbatî û digel birayên xwe di vê pêvajoyê de dikarin çi bikin, em çawa dikarin Rebbê xwe razî bikin, birayên xwe Misliman çawa dikarin razî bikin. Divê hisabên me li ser van mijaran be û divê em hewl bidin ku ji van şert û mercan îstîfade bikin.

Gelek tiştên amelî û çandî yên ku em dikarin şexsî û bi malbatî bikin hene. Ji bo ev tişt bên kirin êdî hinceta tu kesî nemaye. Divê temamê ferdên malbatê xwedî bernameya şexsî û komî ya xwendinê hene, dîsa divê bernameyên amelî yên şexsî û malbatî hebe.Dîsa divê bernameyeke wan a diayan hene hebe ku tê de ji xwe re, ji birayê xwe re û ji temamê ummetê re dia bê kirin.Rebbê min dia û îbadetên temamê xuşk û birayên me qebûl bike.”

Gumuş di berdewama peyama xwe de diyar kir pêwîst e qedr û qiymeta pêvajoyê baş bê zanîn û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Gelek birayên me ji ber zêdebûna kar heta îro li gorî dilê xwe wext nedîtin ku bi zêc û zarokê xwe, bav û dîya xwe û birayên xwe re eleqedar bibin. Sepana zarûrî ya di mala xwe de mayînê ji vê hêlê ve ji bo me fersendeke mezin e. Lewra êdî fersend ketiye destê me ku em derd û kulên malbata xwe guhdar bikin û bi ferdên malbatê re eleqedar bibin. Divê em vê valahîyê di vê pêvajoyê de tije bikin. Bila temamê birayên me bê pêvajoyê baş derbas bikin.”

Ger ev pêvajoya bi zehmet zêde dirêj bike ne tenê ferd bi hemana awayî dewletên bi hêz bi xwe bikevin nava qeyrana îqtîsadî. Divê em  vê yekê li ber çavên xwe bigirin ji niha ve bi îqtîsad bin. Xweda muhafeze bike ger ev pêvajo gelek zêde berdewam bike; dibe ku wexteke wisa were ku em xwarina xwe bi xwe jî bi hinek kesên din re parve bikin. Rebbê min, barê ku em nikaribin hilbidin li ser milên neke nesîbê me û temamê Mislimanan û me bi bvê yekê îmtîhan neke. Dibe ku hemû kes bi îmtîhaneke zor û zehmet re rû bi rû bimîne.Divê  temamê birayên me yên Misliman ên gundî, bajarî, karker û memûr  amade bin. Dibe ku em di vê pêvajoyê de hinek birayên xwe û nasên xwe winda bikin; lê belê divê di dawîya pêvajoyê de wek şexs, malbat û civak muhasebeya xwe bikin û di encama vê muhasebeyê de hemd û şukur bikin da ku em vê pêvajoyê bi dilekî rehet derbas bikin û wijdanên me rihet bin.”

Gumuş di dawîya peyama xwe de diyar kir “Ev yek îmtîhanek e, îmtîhaneke mezin e, ji bo temamê însanîyetê îmtîhanek e.” Û dû re wiha dawî li peyama xwe anî: “Dibe ku Rebbê me xwestibe di vê dewrê de bi zerreyeke biçûk a ku bi çavan nayê dîtin temamê însanan bîne li ser hemdê xwe û bi vî awayî taqdîr kiribe da ku temamê însanan li ser vê yekê tefekkur bikin. Dîsa dibe ku taqdîr kiribe di bîrên me bixe ka em mexlûqên çi qas aciz in. Wext wextê towbe û îstîxfarê ye. Xweda towbeyeke xalis bike nesîbê temamê Mislimanan. Ez we temamam  emanetî Allah Tealayê ku Şafîî ye dikim.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir