• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Îranê ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket 1556an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 1556an û hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketin derket  li ser 20 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  123 kesên din jî  ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 1556an û hejmara kesên ku bi wan re bi coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  li ser 20 hezar kesan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir