Serokomarê Îranê ji gelê Amerîkayê re peyama corona vîrusê da
Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Ew mueyyîdeyên Amerîka yên li ser Îranê di warê micadeleya li dijî corona vîrusê de ji gelê Îranê re dibin asteng û dibin sedem ku welatîyên me canê xwe ji dest bidin.”
Rûhanî di berdewama peyama xwe de diyar kir corona vîrus dijminek hevpar e û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Em însan dixwazin wê corona vîrusa ku dijminê me yê hevpar e têk bibin. Divê êdî gelê Amerîkayê ji hikûmetên xwe hisabê bipirsin. Destûr nedin ku dîroka Amerîkayê qirêjtir bibe. Hereketkirina li gorî qanûnên navneteweyî û mafên însanan, him li feydeya gelê Amerîka û him jî li feydeya gelê me ye.Vê zanibin ku ew ê neslên werin ji wan tiştên ku hikûmetên we kirine we bi xwe mesûl bigirin.Mixabin heta niha temamê gelên dinyayê derheqê Amerîka de baş nafikirin.”(ÎLKHA)