Kesê ku pê re nexweşîya KOAHê hebû li Mekkeyê canê xwe ji dest da
Abdrrahman Akayê ku ji bo umrê ji Cizîra Şirnexê çûbû Mekkeyê qelbê wî sekinî û rehmet kir.
Akayê ku pê re nexweşîya KOAHê hebû berî vê 2 heftîyan digel xanim û qîza xwe çûbû umrê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Akayê ku nexweş bû ji nişka ve qrîza qelb derbas kir û canê xwe ji dest da.
Ji ber wefata Akayî xanim û qîza wî gelek zêde xemgîn bûn. Umrevanên li derdorê hewl dan xanim û qîza Akayî teskîn bikin.
Tê diyarkirin ew ê Akay li Mekkê bê definkirin.(ÎLKHA)