• DOLAR 34.421
  • EURO 36.313
  • ALTIN 2841.83
  • ...
Parlementerê Îranî ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest da, meclîs hat tatîlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kîyanuş Cîhanpurê Serokê Yekîneya Pêwendîyên Bi Gel û Ragihandinê yê Wezareta Tenduristîyê yê Îranê derbarê mirinên ku coronavîrusê ji wan re bûye sedem de daxuyanîyek belav kir.

Kîyanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir Muhammed Alî Reemzanîyê ku di hilbijartinên meclîsê ya heyama 11emîn de bû parlementer ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest da ku bi vê mirina dawî hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan li Îranê derket 34an.

Kîyanpur di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir hejmara kesên ku bi wan re coronavîrus hatiye tespîtkirin jî derketiye 388an.

Berdevkê Lijneya Serokatîya Meclîsa Şûraya Îslamî yê Îranê Esedullah Abbasî jî destnîşan kir ji ber coronavîrus meclîs hatiye tatîlkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir