Hamas:Em asayîbûnên pêwendîyên bi îşxalkeran re sûc dihesibînin
Hamasa ku Hareketa Berxwedana Îslamê ya Filistînê destnîşan kir helwesta wan a bi pêwendîyên rejîma siyonîst re nayê guhartin.
![Hamas:Em asayîbûnên pêwendîyên bi îşxalkeran re sûc dihesibînin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/1pSrlCNekm_bjKMXOasqaZ9z0vE=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/09/hamasem-asayibunen-pewendiyen-bi-isxalkeran-re-suc-dihesibinin-bc9987c0.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di danezana ku ji teref Hamasê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ji ber ku birêveberîyta îşxalê ya siyonîstan birêveberîyeke xeyrî meşrû ye ji kîjan alî û ji teref kî ve be ferq nake, ew wan asayîbûnên BI pêwendîyên bi îşxalkeran re sûc dihesibînin.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de îddîaya hevdîtina di navbera rayedarên Hamasê û birêveberîya îşxalê de hatiye kirin hat tekzîbkirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Bi van xeberan tê xwestin ku zirar bê dayîn hareketê û dixwazin şexsîyetên navdar ên hareketê de şupheyan derînin holê.”(ÎLKHA)