• DOLAR 32.279
  • EURO 34.7
  • ALTIN 2405.603
  • ...
Berxwedana Filistînê: Em ji gefên Netanyahu natirsin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muşîr el Misrîyê ji pêşîvanên Hamasê destnîşan kir “Gef û tehdîdên Benyanîn Netanyahuyê serokwezîtê hikûmeta îsraîlê me natirsînin. Bi qasî îşxalkeran em jî girêdayê nirxên xwe ne. Ew ê bedela temamê ehmeqîyên xwe bi bi dijwarî bidin.”

Misrî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew  gefên Netanyahuyê îşxalker qebûl nakin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê destûr nedin ku îşxalker li ser xwînên Filistînîyan bazarîyê bikin û şanoyekê tertîp bikin.  Netanyahû ji ber teşebbûsên xwe yên li hember gelê Filistînê dê bedelên giran bide ku ew  di jiyana xwe ya sîyasî de tu car bi vî awayî bedel nedaye.”

Xidir Hebîbê ji pêşîvanên Hareketa Cîhada Îslamî yê Filistînê jî diyar kir ew ê li dijî gefên Netanyahu serî netewînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gefên Netenyahu gelê me natirsîne û ew ê nikaribe me ji micadeleya me vegerîne. Lewra ev gel micadeleya dozeke muqeddes û mafên xwe dide. Siyonîstên terorîst îşxala xwe didomîne. Lê belê  ew ê koma berxwedanê yê Filistînê guh nede vê yekê û ew ê nîşanî wan bide ku ew ê nikaribin bi hêsanî ji heqê Xazzê derkevin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir