Li Bidlîsê rêya 153 gundan ji ber berfê hat girtin
Ji ber berfa ku li Bidlîsê zêde dibare rêya 153 gundan hat girtin.
Ji bo rêyên ku ji ber berfê hatine girtin bên vekirin xebat berdewam dikin.
Derbarê mijarê de ji teref Umit Kurtkanê Midûrê Xizmetên Veguhastin û Rê ya Îdareya Taybet a Bajêra Bidlîsê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Kurtkan di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, ji bo rêyên gundan bên vekirin xebatên wan bênavber berdewam dikin.(ÎLKHA)