Stenbol ji bo mîtînga Qudsê amade ye
Amadehîyên ku ji bo “Mîtînga Mezin a Qudsê” ya ku ji teref Partîya Saadetê ve li Qada Yenîkapiyê bê tertîpkirin hat temamkirin.
Li qada ku dê lê mîtîng bê tertîpkirin tedbîrên ewlehîyê hatin girtin. Mîtîng dê di saet 14.30yî dest pê bike.
Ew ê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam û Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollagolu û gelek temsîlkarên partîyên siyasî beşdarî mîtîngê bibin.(ÎLKHA)