Amerîka li bakurê Sûrîyê baregeheke nû saz kir
Amerîkayê ku sala borî vekişandina leşkerên xwe ji bakurê Sûrîyê dabû encax bi hinceta ewlehîya herêmên neftê vegerîyabû doh li Hasekê baregeheke nû saz kir.
Leşkerên Amerîka meha kanûnê ya sala 2019an li xerbê bajara Qamişlo li gundê Hîbo baregehek saz kiribû.
Li Sûrîyê li wan herêmên Tirbêspî, Rîmelan, Çilaxa, Dêrik, Hesekê, Deyrezor û Raqqaya ku lê neft heye baregahên Amerîka hene.(ÎLKHA)