• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Qîza ku ji PKKê revîya û teslîm bû malbatên ku li ber  HDPê nobedê digirin ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

F.T. berî vê 5 salan li Şemzînana Colemêrgê ji teref PKKê ve hat revandin çiyê ku ew berî vê 8 mehan ji PKKê revîya û teslîm bû. F.T.ya ku ji PKKê revîya û teslîm bû  destnîşan kir ew 14 rojan li Herêma Kurdistana Iraqê ma û dû re hat teslîmkirin dewleta Tirkîyê.”

 “Li çiyê zarokên ku ji teref PKKê ve hatine revandin hene”

F.T.ya ku malbatan ziyaret kir destnîşan kir ew destekê dide malbatên ku ji bo zarokên xwe nobedê digirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez bi dil û can hatim ziyareta malbatên vê derê û ez destekê didim çalakîya ku dikin. Li çiyê zarokên ku him ji teref PKKê ve û him jî ji teref HDPê ve hatine revandin hene.  Dayikên li vê derê berîya we kirine. Ez ji çiyê revîyam, hûn jî guh bidin min û birevin. Wan îşkenceyên ku hatine kirin û wan zextan ji bîr bikin û teslîmî dewleta Tirkîyê bibin.”

 “Bi hezaran kes hene ku dixwazin ji PKKê birevin”

F.T.ya  ku di dawîya axavtina xwe de bang li PKKyîyan kir diyar kir: “Li wê derê ji me re gelek derewan gotin. Bi derewvên wan nexapin. Wê fikra ‘dewlet zextan li we dike’ ji serê xwe derînin. Dewlet zextan li me nake û her tim ji me re dibe alîkar. Bila ji niha pê de dê û bav mehzûn nebin. Bi hezaran kes hene ku dixwazin ji PKKê birevin. Ez bang li wan PKKyîyên di şikeftan de dikim, êdî dev ji wan însanan berdin. Tu kes naxwaze digel we be. Bila ew jî bigihin malbatên xwe.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir