Ji ber berfa ku zêde barîya li Çiyayê Boluyê çûyîn û hatina TIRan hat rawestandin
Li Çiyayê Boluyê ji doh êvarî ve bênavber berf dibare ku ev yek tesîreke mezin li ser çûyîn û hatina wesayîtan dike.
![Ji ber berfa ku zêde barîya li Çiyayê Boluyê çûyîn û hatina TIRan hat rawestandin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/2RQXvXOluSEDR5zgY_yoL5r77t0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/06/ji-ber-berfa-ku-zede-bariya-li-ciyaye-boluye-cuyin-u-hatina-tiran-hat-rawestandin-8a07ccc1.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ji ber berfa ku zêde barîya li mewqîyên Dagkent, Xaçerêya Abantê, Elmalik, Mala Polêsan a li Çiyayê Boluyê rê hatin girtin. Xebatên paqijkirina rêyan hatin destpêkirin.
Ji ber ku rê ji trafîkê re neyê girtin çûyîn û hatinên TIRan hat rawestandin.(ÎLKHA)