Elî es-Sîstanî li Iraqê banga hilbijartina pêşwext kir
Peyama Elî es-Sîstanîyê ji mercîyên dînî yê Iraqê ji teref Ehmed es-Safîyê temsîlkarê Kerbelayê yê Sîstanî ve piştî xutbeya înê hat xwendin.
![Elî es-Sîstanî li Iraqê banga hilbijartina pêşwext kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/-ejaH0SZAKzM58AMLC7lUOrs_ZM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/06/eli-es-sistani-li-iraqe-banga-hilbijartina-peswext-kir-2e0f2d18.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Sîstanî di peyama xwe ya ku da xwendin de balan kişand li ser xwepêşandanên dawî yên li Iraqê yên ku tê de bi sedan kes canê xwe ji dest dan û birîndar bûn û diyar kir ji kîjan terefî were bila were ew temamê tundîyan şermezar dikin û divê hêzên ewlehî bizanibin ku ew wezîfedar in xwepêşandêrên li meydanan muhafeze bikin.
Sîstanî di berdewama peyama xwe de diyar kir divê di çarçoveya ewlehîyê de hilbijartinên pêşwext bê kirin.(ÎLKHA)