• DOLAR 32.76
  • EURO 35.08
  • ALTIN 2445.142
  • ...
Wezîr Çavuşoglu: Sibe dê lijneyek ji Rûsya bê Tirkîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê di daxuyanîya hevpar a ku bi Mîroslav Lajcakê Wezîrê Karên Ewrûpa û Karên Derve yê Slovakyayê re kir de derbarê Îdlîbê de nirxandinek kir.

Çavuşoglu di destpêka axavtina xwe de diyar kir “Ji bo dawî li wê felaketa însanî ya li Îdlîbê bê anîn çi ji destên me bê em ê bikin” û dû re wiha got: “Rejîmê êrîşî leşkerên me kir, 8 leşkerên me şehîd bûn. Me bi qet bi qet bersiv da êrîşê. Me helwesta xwe ya di vî warî de ji Rûsyayê ragihand. Hevdîtinên me yên bi Rûsyaya ku garantorê rejîmê ye re berdewam dikin. Serokomarê me berî vê 2 rojan li Putîn re hevdîtin kir.  Di encama vê hevdîtinê de biryar hat dayîn ku heyet werin ba hev. Sibe dê lijneyek ji Rûsya bê Tirkîyê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir