Swêdê ji plana qaşo ya aştîyê ya Amerîkayê re bertek nîşan da
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde derheqê plana aştîyê ya ku ji teref Amerîkayê ve ji bo “çareserîya” meseleya Filistînê hatiye amadekirin de daxuyanî da.
Lînde di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir plana Amerîka li cem Swêd û Yekîtîya Ewrûpayê nederbasdar e û ew destekê didin hiqûqa navneteweyî û qerarên Neteweyên Yekbûyî. Ji bo aştî berdewam bike divê pêdivîyên Filistînê li ber çavan bê girtin.”(ÎLKHA)