• DOLAR 32.455
  • EURO 34.749
  • ALTIN 2439.89
  • ...
HUDA PAR: ‘Peymana Sedsalê’ belgeya îxanetê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew wek HUDA PARê peymana îxanetê qebûl nakin û ji bo Filistînê wisa bang li Mislimanan kir: “Divê di serî de Tirkîye û her wisa temamê welatên Mislimanan û raya giştî ya Mislimanan li dijî vê peymana îxanetê gavên li ber çav bavêjin.”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Amerîka ji ber bêdengîya civaka navneteweyî hiqûqa navneteweyî binpê dike û li herî planên xwe dide ferzkirin ku vê zordarîya xwe dixwaze li ser meseleya Filistînê jî bide domandin.

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir tê xwestin bi projeya îxanetê ya sedsalê ewlehîya rejîma îşxalê bên xistin bin garantîyê û dû re wiha got: “Bi vê plana îxanetê ya ku pê temamê axên Qudsê ji rejîma îxanetê re tê hiştin tê diyarkirin, ger tê xwestin Filistîn wek dewleteke xweser bê naskirin divê berxwedana li dijî îşxalê wek terorîzmê bê wesfandin, fealîyetên komên berxwedanê yên li dijî rejîma îşxalê bên astengkirin. Bi vê yekê tê xwestin bi projeya îxanetê ya sedsalê ewlehîya rejîma îşxalê bên xistin bin garantîyê.

 “Bi vê peymana îxanetê tê xwestin Filistînî bên bênasnamekirin û ji axên xwe bên derxistin”

Saglam di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser wan tiştên ku bi vê plana îxanetê tê xwestin bên kirin û dû re wiha got: “Ev peyman îxaneta sedsalê ye. Lewra bi vê peymanê dê bêastengkirin ku Filistînîyên penaber vegerin welatên xwe, berxwedan ji rastê bê rakirin, Filistînî bên bênasnamekirin û ji axên xwe bên derxistin. Dema ku ev hat kirin jî îxtîmal e ku ev yek bi ruşveteke ku dê ji teref hinek welatên kendavê û hinek welatan ve bê dayîn  dê bê kirin. Berî niha hêla îqtîsadî ya plana qaşo ya aştîyê bi beşdarbûna welatên herêmê hatibû daxuyandin  bi vê  yekê qirkirin û surguna Filistînîyan tê xwestin. Hiqûqa navneteweyî wê îşxala li ser Filistînîyan ku bi înşakirina avahîyan û dorpêçê tê kirin berî niha mehkûm kiribû, lê belê bi vê peymanê tê xwestin ku îşxala siyonîstan bê meşrûkirin.

 “Divê her kes di warê Qudsê de sefê xwe bike yek”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li dijî plana îxanetê serokatîya sîyasî ya Filistînê û komên berxwedanê helwesteke hevpar nîşan dan ku ev yek gelek muhîm e. Saglam dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Divê her kes di warê Qudsê de sefê xwe bike yek. Lewra bi vê peymanê tê xwestin di çarçoveya îşxal û ji holê rakirinê de ewlehîya rejîma îşxalê bê tesîskiirn. Trumpê ku diyar kir ew ji bo rejîma îşxalê gelek tişt kirine diyar kir ew pêvajoya dawî ya ku bi Îranê re rû da jî daxilî vê yekê bûye. Temamê welatên Îslamê divê vê heqîqetê bibînin. Ev pêvajoya bi xwîn û alozîya ku li ser erdnigarîya me pêk tê rasterast bi ewlehîya rejîma îşxalê ve girêdayîye. Ev plana ku wek plana aştîyê tê nasandin, dê alozîya li erdnigarîya Îslamê zêdetir bike û dê bibe sedem ku qada îşxalê berfirehtir û meşrû bibe. Ew welatên ku ji hêla îqtîsadî ve daxilî planê bûne û Trump ji wan re spas kir divê êdî li gorî berjewendîya Amerîka û rejîma îşxalê hereket nekin û li ba xelkê Filistînê bin û li gorî berjewendîyên gelê Filistînê û gelên herêmê hereket bikin.”

 “Em wek HUDA PARê vê peymana îxanetê qebûl nakin!”

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de ji bo Qudsê wisa bang kir: “Em wek HUDA PARê dibêjin ev peymana îxanetê ne ya qebûlkirinê ye û diyar dikin ku Quds xeta me ya sor e. Divê di serî de Tirkîye û her wisa temamê welatên Mislimanan û raya giştî ya Mislimanan li dijî vê peymana îxanetê gavên li ber çav bavêjin. Divê ev dewletên ku terefdarîya rejîma îşxalê û Amerîkayê dikin û Quds û Filistînê re ji siyonîzmê re pêşkêş kirin bên mahkûmkirin û li ser wan mueyyîdeyên giran bên sepandin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir