Li Îranê otobusa rêwîyan qeza kir: 10 mirî 18 birîndar
Li Îsfehana Îranê otobuseke rêwîyan a ku sefera Tahran-Îsfehanê dikir qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 10 kes canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeja Tehran-Îsfehanê li nêzî mewqîya Sîpahan Şehrê pêk hat.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)