Îşxalkerên siyonîst li Qudsê camîyek şewitandin
Siyonîstên îşxalker û terorîst li Beyt Safafa taxa Qudsa Rojhilat a ku di bin îşxalê de ye camîyekê şewitandin û li ser dîwarên wê nivîsên nîjadperest nivîsandin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin navê camîya ku hatiye şewitandin Camîya Bedrîye ye. Tê diyarkirin şênîyên taxê şewata ku di camîyê de hatiye pêxistin tefandine. Lê belê di camîyê zirareke mezin pêk hatiye.
Berî niha jî çendîn êrîşên bi vî awayî ji teref siyonîstên terorîst ve hatibûn lidarxistin.(ÎLKHA)