• DOLAR 32.372
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2325.69
  • ...
Barzanî li Davosê geşedanên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî nûçeya ku di malpera kdp.infoyê de hatiye weşandin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê di panelekê de derbarê alozî û girjiyên li Iraq û Rojhilata Navîn, rewşa xwepêşandanên li Iraqê û karîgeriya bûyer û aloziyên li Iraqê li ser Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.

“Herêma Kurdistanê her hewlekê dide bo aramkirina rewşa Iraqê”

Barzanî derbarê rûdan û aloziyên li Iraqê û karîgeriya wê rewşa aloz li ser Herêma Kurdistanê ragihand, “Em xwe ji bûyerên Iraqê cuda nabînin. Bûyerên li Iraqê karîgeriyê li ser Herêma Kurdistanê dikin. Herêma Kurdistanê her hewlekê dide bo aramkirina rewşa Iraqê. Li gel Bexdayê jî hewlên me berdewam in ji bo dîtina rêyekê bo rizgarbûna ji vê rewşa niha. Nivşê niha yê Iraqê ji desthilatdariya 16 heta 17 salên bihorî westiyane ku nikare pêwîstiyên wan ên bingehîn jî dabîn bike, lewma daxwaza jiyaneke baştir dikin.”

“Pêwîste hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin”

Li ser biryara parlamentoya Iraqê derbarê derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, Barzanî got: “Ew a ku li parlamentoya Iraqê hat kirin karekî rast nebû, serîhildana DAIŞ û terorîzmê li Iraqê metirsiyeke cidî ye û Iraqê pêwîstî bi alîkariya navdewletî û Amerîkayê heye û pêwîste hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin.”

“Xelkê Iraqê şayisetê jiyaneke baştir e û bi wan xwepêşandanên ku kirine, peyama xwe gihandine desthilatdaran”

Barzanî derbarê rewşa xwepêşandan û xwepêşanderên Iraqê de got, “Ew a niha li Iraqê rû dide, em behsa nifşekê dikin ku temenê wan ji 15 heta 23 sal e, ne Sedam li bîra wan e û ne jî Amerîka. Ev nifş daxwaza jiyaneke baştir dike li Iraqê. Xwe berawird dike li gel hemû cihên din... Ev nifş îro westiyaye ji hikûmetên 16 bo 17 sale ku nikarin kêmtirîn asta xizmetguzariyan bo dabîn bikin.Pêwîste siyaseteke ciyawaz bê kirin ji ber ku Iraqa berî Cotmehê ciyawaz e ji Iraqê piştî Cotmehê. Xelkê Iraqê qebûl nakin careke din rewş vegere pêş Cotmehê... Xelkê Iraqê şayisetê jiyaneke baştir e û bi wan xwepêşandanên ku kirine, peyama xwe gihandine desthilatdaran. Eger ji sedî 70 xetaya xelkê din li derve, lêbelê ji sedî 30 divê em weke Iraqî rûnin û bîr li wê bikin xeletî ji ku ne û hewl bidin wan rast bikin.Weke Kurd em dixwin pirsgirêkên xwe di çarçoveya Iraqê de çareser bikin, lêbelê prose ew e eger Bexda bi çavekî din li van pêkhateyan binêre, bêguman pirsgirêk çê dibin.”

“Mijara Sûriyê mijareke gelekî aloz e, ew tiştê ku li Sûriyê çêdibe, berhema siyaseteke xerab ya salên derbasbûyî ye”

Barzanî derbarê krîza Sûriyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî ragihand:“Mijara Sûriyê mijareke gelekî aloz e, ew tiştê ku li Sûriyê çêdibe, berhema siyaseteke xerab ya salên derbasbûyî ye. Dema ku buyerên Sûriyê dest pê kir du enî eşkere bûn, ya yekem piştevaniya Beşar Esed kirin ku ji Rûsyayê pêkdihat, ew alîkar bûn ku Beşar Esed li desthelatê bimîne.Eniyeke din hebû ku ji welatên Ewropî û Amerîka pêk dihat, ku ne stratîjiya wan hebû û ne nêrîneke wan hebû. Rojekê hêleke giştî datanîn û roja din diguhertin, kesek ji wan fêm nedikir, bê çibike û çawa reftariyê digel rewşê bike.Heya niha jî kirîza Sûriyê berdewam e û ne zelaliyeke heye, bê çawa em reftarî digel pirsa Sûriyê bikin. Tiştê girêdayî bi me, em alîkariya birayên xwe li Sûriyê dikin, Kurdên Sûriyê. Ev jî heya bighên çareseriyeke siyasî di çarçoveya cugrafiya Sûriyê de.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir