• DOLAR 32.696
  • EURO 35.425
  • ALTIN 2479.971
  • ...
Li 3 bajarên Çînê 18 milyon kes ji ber vîrusa coronayê hatin dorpêçkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê vîrusa coronayê ya ku li Çînê belav dibe de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Navneteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin hejmara kesên ku ji ber vîrusê nexweş ketine derketiye 830î ku rewşa 177  kesan giran e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi wan re vîrus heye re temas kirine hatine xistin bin muşahedê ku hejmara van kesan 8 hezar û 420 kes e.

Tê diyarkirin li 3 bajarên Çînê 18 milyon kes ji ber vîrusa coronayê hatin dorpêçkirin û ji bo pêşîya belavbûna vîrusê bê girtin xebat bênavber berdewam dikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir