• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Sûîqast li Şêx Ûsif Deedatê Afrîkayî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Veerulama bajêra Afrîkaya Başûr sûîqast li Şêx Ûsif Deedatê Afrîkaya Başûr ê ku lawê Ehmed Deedatê  teblîxvanê Îslamê bû  hat kirin.

Polêsê Afrîkaya Başûr derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji teref kesekî ku nasnameya wî nediyar ve êrîşa çekdarî li Şêx Ûsif Deedat hat kirin.

Şêx Ûsifê ku li ber devê mehkemê lê sûîqast hat kirin hat rakirin nexweşxanê û rewşa wî giran e.

Tê diyarkirin kesê êrîşkar piştî cihê êrîşê revîya.

Ahmed Deedatê ku bavê Şêx Ûsif Deedat e eslê xwe Hîndistanî ye û li tevahîya cîhanê dihat nasîn.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir