• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Avrupa Yetim Eli li Balkanan dest bi xebatên alîkarîyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 24ê Kanûnê de li Almanyayê ji bo kesên jar û feqîr kermesek hat tertîpkirin. Pereyên ku di vê kermesê de hatine berhevkirin ji teref Avrupa Yetim Eli ve wek alîkarîyên cil û bergan li welatên Balkanan hatin belavkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Eli Huseyîn Ateş derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref komeleya wan ve li welatên  Balkanan hatine destpêkirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Ateş di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir ew ji bo feqîr û jaran li Almanya û Stenbolê kermes dane tertîpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me li Plava bajêra Karadagê li kampeke ku lê 140 malbat hene xebat da destpêkirin. Ev malbat ji şerê Bosnayê vir ve li vê derê ne. Berî niha jî me li vê kampê xebatên alîkarîyê kiribû. Li vê derê demsala zivistanê dijwar e. Însan li vê derê bi sobeyan hewl didin xwe germ bikin. Ji ber vê yekê pêdivîya wan ji gelek tiştan re heye. Ji ber vê yekê me ji malbatên vê derê re alîkarîyên mîna xurek, erzaq, batanî û amûrên paqijîyê belav kir. Înşallah ew ê xebatên me yên alîkarîyê berdewam bikin.”(ÎLKHA)































































Bu haberler de ilginizi çekebilir