• DOLAR 32.275
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2406.981
  • ...
Ji bo Silêmanî li Baxdayê merasîm hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Baxdaya paytexta Iraqê ji bo Qasim Silêmanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşê yê Îranê yê ku doh ji teref Amerîkayê ve hatibû qetilkirin, merasîm hat tertîpkirin.

Doh  şeveqê Amerîka bi mûşekan êrîş bir li ser kerwana Haşdî Şabî ya li Balafirgeha Baxdayê ya Navneteweyî.

Di encama êrîşa Amerîkayê de Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis canê xwe ji dest dan.

Îro li Baxdaya paytexta Iraqê Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendisê ku di êrîşa Amerîkayê de hatibûn qetilkirin merasîm hat tertîpkirin.

Adil Abdul Mehdîyê Serokwezîrê Iraqê yê ku îstîfa kiribû, rayedarên hikûmetê û bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîma cinazê de sloganên mîna “Şeytanê mezin Amerîka”, “Ji bo Amerîkayê naxêr” û “Ji îsraîlê re naxêr” hat avêtin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir