• DOLAR 32.98
  • EURO 35.38
  • ALTIN 2458.344
  • ...
Muhafizên Şoreşê yê Îranê: Em ê întîqameke bi êş û elem ji Amerîkayê bistînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref  Muhsîn Rizaîyê ji fermandarên Arrtêşa Muhafizên Şoreşa Îranê ve hat destnîşankirin ew ê tola Qasim Suleymanîyê ku di sûîqesta Amerîkayê de hat qetilkirin bistînin.

Rizayî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Em ê întîqameke bi êş û elem ji Amerîkayê bistînin.”

Vê şeveqê Amerîka bi mûşekan êrîş bir li ser kerwana Haşdî Şabî ya li Balafirgeha Baxdayê ya Navneteweyî.

Di encama êrîşa Amerîkayê de Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir