• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
“Ji ber şehadeta Qasim Sileymanî ew ê întîqameke giran ji cinayetkeran bê standin ”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vê şeveqê Amerîka bi mûşekan êrîş bir li ser kerwana Haşdî Şabî ya li Balafirgeha Baxdayê ya Navneteweyî.

Di encama êrîşa Amerîkayê de Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis canê xwe ji dest dan.

Rêberê Şoreşa Îslamî yê Îranê Ayetullah Xamaney  derbarê vê sûîqesta ku li Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Xamaney di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Ew ê ji wan hov û qatilên ku Qasim Sileymanî û Alîkarê Serokê Giştî yê Haşdî Şabî Ebu Mehdî el-Muhendis şehîd kirine întîqamê bistînin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir