• DOLAR 32.379
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2396.479
  • ...
Li Enqerê ji bo tezkereya Lîbyayê amadehî tê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin tezkereya şandina leşkerên Tirkîyê bo Lîbyayê dê heftîya pêşîya me ji meclîsê bê teqdîmkirin.

Berî niha Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbyayê bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû ku ew  di warê şandina leşkeran de daxwaz ji Tirkîyê kirine.

Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê jî di daxuyanîya xwe ya ku belav kiribû de derbarê mijarê de destnîşan kiribû “Hikûmeta Lîbyayê desteka leşkerê Tirkîyê daxwaz kir. Weke ku Serokomar Erdogan got, elbet em ê peymana xwe bixemlînin. Em bi qerar in ku berjewendîyên xwe muhafeze bikin û li Behra Spî îstîqrarê tesîs bikin.”

Di çarçoveya van geşedanên ku pêk tên de tê diyarkirin ew ê tezkereya şandina leşkerên Tirkîyê bo Lîbyayê dê heftîya pêşîya me ji meclîsê bê teqdîmkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir