• DOLAR 32.825
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2450.671
  • ...
Li Belçîkayê dijmintîya Îslamê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Mehkemeya Temyîzê ya Anversê ya Belçîkayê qerara Mehkemeya Aslîyê ya Yekemîna Tongerenê ya di warê rakirina qedexeya hîcabê ya li mektebên Flamanê  de xera kir.Piştî qerara ku hat xerakirin re qedexeya hîcabê ya li mekteban berdewam dike.

Li Belçîkayê berî niha dê û bavên 11 xwendekaran ji bo qedexeya hîcabê ya li mektebên Flamanê bê rakirin doz vekiribûn. Di encama doza ku hatibû vekirin de welî ji teref mehkemê ve heqdar hatibûn dîtin û qedexe hatibû rakirin.

Lê belê Mehkemeya Temyîzê ya Anversê ya Belçîkayê qerara Mehkemeya Aslîyê ya Yekemîna Tongerenê ya di warê rakirina qedexeya hîcabê ya li mektebên Flamanê  de xera kir.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir