• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di heman qezayê de bav û 3 zarokên xwe canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Kirşehîrê otomobîl û otobuseke rêwîyan li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes canê xwe ji dest dan.

Qeza li ser rêya Erevîka girêdayê bajaroka Ozbagê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 38 H 2600 a ku ajokarê wê Mustafa K. bû û wesayîta bi plaqeya 40 AK 547 a ku ajokarê wê S.Ç. bû li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de S.Ç. û 3 zarokên wî yên bi navê Y.Ç. (20) S.Ç. (17) û M.N.Ç. (14) canê xwe ji dest dan.

Kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan hatin rakirin mirîxanê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir