• DOLAR 32.53
  • EURO 34.994
  • ALTIN 2439.914
  • ...
Li Ugandayê ji êtîmên ku perwerdeya hafiztîyê distînin re alîkarî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Ugandaya ku welatê Afrîkayê ye Misliman di bin şert û mercên giran de hewl didin bijîn. Digel temamê zehmetîyên jiyanê Mislimanên li wê derê dev ji perwerdehîya Qur’ana Kerîm û hafiztîyê bernadin.  Herêma Kamûlîya Ugandayê Misliman eleqeyeke zêde nîşanî mektebên hafiztîyê didin ku ji ber vê yekê li wê herêmê mektebên hafiztîyê pir zêde ne. Avrupa Yetîm Elî li vê herêma ku lê mekteb zêde ne ji bo zarokên ku li mektebên hafiztîyê perwerdeyê dibînin alîkarîya defter û qaleman kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê Avrupa Yetîm Elîyê derbarê alîkarîya ku ji teref wan ve hatiye kirin de daxuyanîyek da û alîkarîya ku ji teref wan ve hatiye kirin nirxand.

Ateş di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew ê alîkarîyên wan ji bo welatên Afrîkayê berdewam bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ehlê vê herêm û gundî bi rastî jî Mislimanên bi xîret in.Li vî gundî mescîdeke kevin û yeke nû heye. Mislimanên li vê derê ji wan nasên xwe yên ku li derveyî welêt dijîn alîkarî berhev kirine û li vê derê mescîdekê ava kirine.Dîsa mescîda kevin jî xistine mekteb. A rastî najibihê mektebê. Lewra ne rûniştek ne jî masa te de heye. Û dîwarên wê xera bûne û ava baranê diekve hundirê wê.Lê belê bi hewldanên xwe xwestine mektebekê derînin holê. 120 xwendekar li vê mektebê perwerdehîyê dibînin.”

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir xwendekar li vê mektebê him perwerdehîya akademîk û him jî ya hafiztîyê distînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li vê derê di navbera xêrxwazan û kesên feqîr û jar de bûn navbeynkar û alîkarîyên ku gihaştibûn li ber destên me ji bo wan belav kir. Me li vê derê him alîkarîya elîfba û Qur’anê û him jî ya cil û bergan kir. Tiştekî din heye, ev mekteb berî vê çend mehan alîkarîya textên razanê ji bo mektebê ji me teleb kiribûn.Xêrxwazên me di vî warî de jî ji me re bûn alîkar. Me van textan teslîmî îdareya mektebê kir.Lê belê hêj pêdivîya wan heye.Lewra hazirê 30-40 textê razanê gihaştin li ber destên me; lê belê 120 xwendekar li vê mektebê dixwînin. Ji ber vê yekê em bang li xêrxwazan dikin da ku di vî warî de ji me re bibin alîkar.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir