• DOLAR 32.339
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2393.414
  • ...
Polêsê ku çû cihê bûyerê hat kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li navçeya Yildirima Bûrsayê ji polêsên ku çûn cihê pevçûnê ji teref êrîşkarekî ve hat kuştin.

Bûyer li Taxa Yavuzselîma Yildirimê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber îxbara  pevçûnê ya ku hat kirin çend polês çûn cihê bûyerê. Polêsekî ku çûbû cihê bûyerê bi kesekî ku tevlî pevçûnê bûbû re diaxivî ku wî kesî xwe çend kir damançeya polês û di serê wî de berda û wî kuşt.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Bûrsayê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin kesê bi navê M.D. yê ku polês kuştiye hat binçavkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir