Amerîkayê destek da xwepêşandêrên li Îranê: Em li ba we ne
Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê derbarê xwepêşanên ku ji ber zama benzînê li Îranê dest pê kirin de destnîşan kir “Amerîka dengê we dibihîze û destekê dide we. Amerîka li ba we ne.”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo derbarê xwepêşanên ku li Îranê ji ber zama benzînê dest pê kirin de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek da.
Pompeo di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir “Piştî dîktatorîya ku 40 salan berdewam kir re xelkê Îranê yê bi rûmet li hember suîstîmalên hikûmetê bêdeng namîne. Em ê jî bêdeng nemînin. Peyameke min bo xelkê Îranê heye: Amerîka dengê we dibihîze û destekê dide we. Amerîka li ba we ye.”(ÎLKHA)
]]>