• DOLAR 32.45
  • EURO 34.768
  • ALTIN 2439.955
  • ...
Xwendekar ji bo Pêxemberê xwe meşîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê xwendekarên mekteba Dibistana  Navîn a Îmam Xatîbê ya Mehmet Akîf Ersoyê di bergeha bernameyên Mewlida Nebî de meşa “Meşa Tu Bi Xêr Hatî Ya Resûlullah” tertîp kirin.150 di meşa ku hat lidarxistin de cihê xwe girtin û afîşên ku  nav û hedîsên Pêxemberê me lê hatibûn nivîsandin veguhastin.

video

Meşa ku hat lidarxistin  ji ber mektebê dest pê kir û heta Qada Cumhurîyetê berdewam kir. Di dema meşê de bi zimanên Erebî, Tirkî û Kurdî(Kurmancî-Soranî-Zazakî) hatin bidengkirin.

Her wisa di dema meşê de loqim û gulav ji dikandarên derdorê re û ji kesên ku ji ber wan re derbas dibûn re hat îkramkirin. Welatîyan eleqeyeke mezin nîşanî meşa ku ji teref xwendekaran ve ji bo Pêxemberê me hat lidarxistin dan.

Abdussemed Tayfunê Midûrê mektebê di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, îro ev êş û elema ku tê kişandin cardin nîşan dide ku ka însanetî çi qas mixtacî bi Hz. Muhammed in.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir