• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Divê an temamê deynên KYKyê bên jêbirin an jî di warê dayîna deynan de hêsanî bê kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARa ku reqemên enflasyonê yên dawî nirxand, polîtîkaya îqtîsadî ya hikûmetê rexne kir û destnîşan kir; xelk di bin bacên giran de tê eciqandin ku ev polîtîka ne ya meşandinê ye.

Di nirxandina ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, birêveberîya îqtîsadî çavkanîyên dewletê diçikîne û çav berdide sofreya xelkê. Di berdewama daxuyanîyê de di warê micadeleya bi qeyrana de tewsîyeyên girîng hatin kirin.

Her wisa di nirxandina rojevê de derheqê mexdûrên KYKê de jî nirxandinên balkêş hatin kirin û bal hatin kişandin li ser zêdetirî 5 milyon xwendekarên ku nikarin deynên xwe yên kredîyê yên KYKyê bidin.

“Hejmara wan xwendekarên ku dema li zanîngehê dixwandin û kredîya KYKyê standin û niha jî nikarin deynê xwe bidin derket li ser 5 milyonan”

Di nirxandina ku hat belavkirin de derbarê deynên KYKyê yên xwendekaran de hat diyarkirin, deynên heyî xwendekar û malbatên wan mexdûr dike û dû re wiha li nirxandinê hat zêdekirin: “Hejmara wan xwendekarên ku dema li zanîngehê dixwandin û kredîya KYKyê standin û niha jî nikarin deynê xwe bidin derket li ser 5 milyonan. Em di heyameke wisa de ku ji sedî 24ê ciwanên ku temena wan di navbera 15-24 salan de ye bêkar in û dîsa di heman vê heyama bêkarîyê ya ku qala wê tê kirin de ekserîyeta xwendekarên ku zanîngeh qedandine nikarin ji xwe re kar peyde bikin. Di vê rewşa nebaş a ku qala wê tê kirin de e-hacîz tê danîn li ser wan xebatkarên ku bi meaşên hindik dixebitin. Exlebeyê xelkê bi destheqa kêmtir û an jî jê kêmtir hewl didin debara xwe bikin.  Ev rewş dibe asteng ku malbat deynên KYKyê ya zarokên xwe bidin. Divê dewlet di her heyama perwerdehîyê de ji zarokên wan malbat ku rewşa wan nebaş e re bibe alîkar. Ev alîkarî nayê kirin û di ser de jî piştî ku 2 sal ji ser mezûnbûna xwendekaran derbas bû re doza deynan li xwendekaran tê kirin ku ev yek xwendekaran û malbatan dixe zor û zehmetîyê. Divê an temamê deynên KYKyê bên jêbirin an jî di warê dayîna deynan de hêsanî bê kirin.”

HUDA PARa ku reqemên enflasyonê yên dawî nirxand, polîtîkaya îqtîsadî ya hikûmetê rexne kir û destnîşan kir “Xelk di bin bacên giran de tê eciqandin ku ev polîtîka ne ya meşandinê ye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir