Ji bo 6 bajêran hişyarîya barana zêde hat kirin
Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve ji Ordu, Gîresun, Rîze, Artvîn û Trabzonê hişyarîya barana zêde hat kirin.
Li gorî nirxandinên herî dawî ew ê baran li bajarên Herêma Behra Reş tesîra xwe zêde bike.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ew ê baran li bajarên bi navê Ordu, Gîresun, Rîze, Artvîn û Trabzonê zêde bike.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin divê welatî li hember lehî û barana zêde bi tedbîr bin.(ÎLKHA)