• DOLAR 32.575
  • EURO 34.937
  • ALTIN 2426.626
  • ...
Li Sêrtê qeza: 10 kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Sêrtê wesayîtek qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê pitik tevde 10 kes birîndar bûn.

Qeza derdora seat 19.10an de li ser Rêbeja Sêrt-Erûhê li nêzî Girtîgeha E Tîpîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin malbata ku ji baxçeyê vedigerîya ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de yek jê pitik, 4 jê zarok tevde 10 kes birîndar bûn.

Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re gelek ambûlans hatin sewqkirin cihê bûyerê. Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn reşwa kesên ku di qezayê de birîndar bûne baş e.(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir