• DOLAR 32.261
  • EURO 34.762
  • ALTIN 2400.146
  • ...
“Ew  mutabaqata ‘herêma bi ewlehî’ ya Amerîka dê gefê li ewlehîya temamê herêmê bixwe”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mutabaqata ‘herêma bi ewlehî’ ya ku di navbera Tirkîye û Amerîkayê de tê gotûbêjkirin de, derbarê îhlalên mafên însanan ên ku li Keşmîrê tên kirin de û derbarê hewldanên guhartina statuya Mescîda Eqsayê de nirxandin hat kirin.

“Ew  mutabaqata ‘herêma bi ewlehî’ ya Amerîka dê gefê li ewlehîya temamê herêmê bixwe”

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat belavkirin de di bîran hat xistin ku; di warê ‘herêma bi ewlehî’ ya li bakûrê Sûrîyê tê xwestin bê sazkirin de di navbera Tirkîye û Amerîkayê de lihevkirinek çêbûye û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Dema ku li daxuyanîyên ku ji teref cenaha PYDyê ve hatien belavkirin  tê mêzekirin tê dîtin ku ew ji vê mutabaqatê qet ne aciz in. Lewra rayedarên PYDê berî niha jî destnîşan kiribûn ku Amerîka li ser navê wan bi Tirkîyê re gotûbêjan dike.  Ji roja ku şerê navxweyî li Sûrîyê dest pê kiriye vir ve Amerîka, Sûrîyê ji xwe re kiriye baregaha leşkerî. Ew Amerîka her tim muzakereyên  çareserîyên siyasî asteng kiriye û her tim li gorî berjewendîya xwe û siyonîstan hereket kiriye. Eşkere ye ku tu feydeya vê mutaqabata ku di bin şemsîyeya Amerîkayê de hatiye kirin  ji Tirkîyê, Sûrîyê, welatên din ên li herêmê, Kurd, Tirk û Ereban re tune ye. Ew  mutabaqata ‘herêma bi ewlehî’ ya Amerîka dê gefê li ewlehîya temamê herêmê bixwe.”

“Berî ku herêm bibe giloka êgir divê mudaxele li problemê bê kirin”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê meseleya Cammû Keşmîrê de ji bo jenosîdên nû pêk neyên bang li sazîyên navneteweyî hat kirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Berî ku herêm bibe giloka êgir divê mudaxele li problemê bê kirin. Di serî de Teşkîlata Hevkarîya Îslamî û bi giştî   temamê sazîyên navneteweyî  û welatên Îslamî di vî warî de dest bi hareketê bikin û divê meseleya Cammû Keşmîrê bi şikleke aştîyane bê çareserkirin.”

“Divê li dijî van gavên siyonîstan bes daxuyanî  û şermezarkirinên nivîskî neyên dayîn; lewra ev yek siyonîstan wêrektir dikin”

Di dawîya daxuyanîya ku hat belavkirin de jî meseleya Mescîda Eqsayê hat nirxandin. Di nirxandina ku hat kirin de hat destnîşankirin; siyonîst dixwazin statuya Mescîda Eqsayê biguherînin û dû re wiha dawî li daxuyanîyê hat anîn: “Tê cûretkirin ku statuya Mescîda Eqsaya ku qibleya ewil a Mislimanan e bê guhartin ku sedema vê yekê  ew gavên asayîbûnê, êrîşên siyonîstan û bêdengîya li hember îşxalê ye.  Bi daxuyanîya ku hat belavkirin hat destnîşankirin ku ew ê statuya Mescîda Eqsayê bê guhartin ku bi vê yekê dixwazin reaksîyona otorîteyan û raya giştî  mêze bikin.  Divê li dijî van gavên siyonîstan bes daxuyanîyên nivîskî û şermezarkirinên nivîskî neyên dayîn; lewra ev yek siyonîstan wêrektir dikin. Divê welatên Îslamê pêkve gavinan wisa bavêjin ku siyonîzm newêre ku li hember Mescîda Eqsayê gavan bavêje.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir