• DOLAR 32.588
  • EURO 35.028
  • ALTIN 2463.378
  • ...
HUDA PAR ji bo pîrozbahîya îdê çû ziyareta  AK Partî û Parîtya Saadetê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin HUDA PARê di bergeha prozbahîya Îda Qurbanê ya di navbera partîyên siyasî de Navenda Giştî ya AK Partî û Parîtya Saadetê û îda wan pîroz kir.

Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê û lijneya pê re pêkve pêşî çûn Navenda Giştî ya AK Partîyê. Lijneya HUDA PARê ji teref Alîkara Serokê Giştî yê AK Partîyê Julîde Sarieroglu ve hat pêşîwazîkirin.

Di hevdîtina ku li Navenda Giştî ya AK Partîyê hat kirin de qeyrana aborî ya ku di van salên dawî de derketiye holê, teşebûsên darbê û êrîşên ku li sazîyên malbatê tên kirin hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtina ku hat  kirin de Alîkara Serokê Giştî yê AK Partîyê Julîde Sarieroglu ji ber ziyareta ku hat kirin ji lijneya HUDA PARê re memnunîyeta xwe anî zimên û ji ber wefata Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz serxweşî da HUDA PARê.

Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê jî ji ber ku AK Partî êşa wan wek êşa xwe dihesibîne ji wan re teşekkur kir  û destnîşan kir ji ber ku ew bi AK Partîyê re îda hev pîroz kirine kêfxweş in.

Piştî ziyareta ku li AK Partîyê hat kirin re lijneya HUDA PARê çû serdana Partîya Saadetê. Lijneya HUDA PARê li navenda giştî ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Bîrol Aydin û rayedarên partîyê ve hat pêşîwazîkirin.

Her du partî piştî ku îda hev pîroz kirin re Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir “Divê camîayên Îslamî di nav xwe de înîsîyatîfekê saz bikin.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir