• DOLAR 32.531
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2435.09
  • ...
Evîndarên Pêxember ji bo pîrozbahîya îdê li Diyarbekirê hatin ba hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatorîya Diyarbekirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve li ber Mizgefta Hz. Silêman  bernameya pîrozbahîya îdê hat tertîpkirin. Evîndarên Pêxember ên ku hatin qada pîrozbahîya îdê selewatan, tekbîran anîn û îda hev pîroz kirin.

Bernameya pîrozbahîyê bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û dû re bi axavtina Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember berdewam kir.

Adnan Akgonulê Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember  di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Em ji bo Xwedê hene, ji bo Wî dijîn û em ê bimirin” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Armanca me ya ji tertîpkirina vê bernamê zêdekirin û qewîkirina muhabbet, dostî, biratîyê ye.”

Akgonul di berdewama axavtina xwe de Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji teref PKKyîyan ve hatin şehîdkirin û Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê bi rehmet bi bîr anî.

Osman Aktaşê Serokbajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê û birêveberîya bajêr, rayedarên STKyan û gelek welatî beşdarî merasîma pîrozbahîyê bûn.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir