• DOLAR 32.269
  • EURO 35.013
  • ALTIN 2444.721
  • ...
Trump: Nahêlin ku bi milyar dolaran  balafirên F-35 bifiroşin Tirkîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ve derbarê mûşekên S-400 ên ku ji teref Tirkîyê ve ji Rûsyayê hatin standin û derbarê balafirên şer ên F-35 ên ku ji Tirkîyê re nayên firotin de nirxandinan  kir.

Trump di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir, di dema Obama de ji Tirkîyê re pergalên Patrîotan nehat firotin ji bo Tirkîyê  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez pesna Tirkîyê û welatekî din nadim. Lê belê   navbera min û Erdogan baş e.  Erdogan pir xwest ku Patrîotan bistîne.  Lê belê mecbûr ma ku S-400  bistîne. Ji ber ku Tirkîye S-400 standin niha nahêlin ku em bi milyar dolaran  balafirên F-35 bifiroşin Tirkîyê. Ev yek ne adilane ye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir