• DOLAR 32.525
  • EURO 34.786
  • ALTIN 2497.64
  • ...
Şaredarîya HDPyî qerara xwe ya kustex xist dewrê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê îmze avêt bin qerareke din sosret. Şaredarîyê qerar da ku navê kolana ku  navê Îyaz bîn Xanemê sahabîyê  Hz. Muhammed lê hatibû dayîn bi navê Dr. Îlhan Dîkenê hukumxarê PKKyî yê mirî re bê  guhartin.

Ji vê qerara ku hat dayîn û hat tetbîqkirin re raya giştî bertekên tund nîşan dabû ku ji ber vê yekê  Walîtîya Diyarbekirê derbarê mijarê de destnîşan kiribûn “ev qerara li dijî hukmên mewzûatê ye” qerara xwe ji teref şaredarîyê ve hatibû dayîn red kiribû.

Lê belê digel qerara walîtîyê û bertekên ku hatin nîşandan, Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê nîvê şevê weke ku di ser cihekî de bigire qerara xwe ya bêedeb û kustax xist dewrê û navê kolana ku navê Îyaz bîn Xanemê sahabîyê  Hz. Muhammed lê hatibû dayîn bi navê Dr. Îlhan Dîkenê hukumxarê PKKyîyê mirî re guhart.

HDPyîyê ku ji Îslamê û nirxên Îslamê re dijmintî dike di wan rojên borî de jî birayara xerakirinê 4 mizgeftên li Kayapinara Diyarbekirê dabû.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir