Trump: Nahêlin ku bi milyar dolaran balafirên F-35 bifiroşin Tirkîyê
Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir “ Ji ber ku Tirkîye S-400 standin niha nahêlin ku em bi milyar dolaran balafirên F-35 bifiroşin Tirkîyê.”
Ji teref Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ve derbarê mûşekên S-400 ên ku ji teref Tirkîyê ve ji Rûsyayê hatin standin û derbarê balafirên şer ên F-35 ên ku ji Tirkîyê re nayên firotin de nirxandinan kir.
Trump di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir, di dema Obama de ji Tirkîyê re pergalên Patrîotan nehat firotin ji bo Tirkîyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez pesna Tirkîyê û welatekî din nadim. Lê belê navbera min û Erdogan baş e. Erdogan pir xwest ku Patrîotan bistîne. Lê belê mecbûr ma ku S-400 bistîne. Ji ber ku Tirkîye S-400 standin niha nahêlin ku em bi milyar dolaran balafirên F-35 bifiroşin Tirkîyê. Ev yek ne adilane ye.(ÎLKHA)