Pentegonê daxuyanîya xwe ya derbarê S-400î de betal kir
Pentegonê daxuyanîya xwe ya çapemenîyê ya derbarê mûşekên S-400î ya ku ji teref Tirkîyê ve ji Rûsyayê hatin standin de betal kir.
Hat ragihandin Pentegonê daxuyanîya xwe ya çapemenîyê ya derbarê mûşekên S-400î ya ku ji teref Tirkîyê ve ji Rûsyayê hatin standin de betal kir.
Doh perçeyên ewil ên mûşekên S-400î yên ku Tirkîye ji Rûsyayê standibûn hatin Enqerê. Piştî vê hatinê dihat diyarkirin ew ê Pentegon ji ber vê yekê li dijî Tirkîyê mueyyîdeyan bide dest pê kirin û ji bo vê yekê dihat texmînkirin Pentegon daxuyanîya çapemenîyê tertîp bike ku ev daxuyanîya çapemenîyê bi şikleke bêwext hat betalkirin.(ÎLKHA)