TIRa fêkîbarkirî qulibî: 3 mirî
Li Entabê TIRa fêkîbarkirî qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Entabê TIRa fêkîbarkirî qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Qeza li ser 7 emîn kîlometreya Rêbeja Entab-Rihayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin TIRa fêkîbarkirî ya ku bi plaqeya wê 76 AD 438 bû ji rê derket û qulibî. Di encama qeza ku pêk hat de 2 kesên bi navê Omer Koçak û Necatî Er û kesekî ku hêj nasnameya wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyên kesên ku di di qezayê de mirin ji bo otopsîyê hatin birin mirîxanê.(ÎLKHA)