Wezîr Akar bi hevkarê xwe re hevdîtin kir
Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkîyê Hulusî Akar bi hevkarê xwe yê Amerîkayî re li ser telefonê axivî.
Hat ragihandin Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkîyê Hulusî Akar û Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper li ser telefonê hevdîtin kirin.
Di hevdîtina ku hat kirin de mûşekên S-400 û geşedanên dawî yên li Sûrîyê hatin nirxandin.
Wezîr Akar di hevdîtina ku hat kirin de ji Esper re got “Standina pergalên parastinê ya S-400î ne tercîhek, mecbûrîyetek e.”(ÎLKHA)