• DOLAR 34.596
  • EURO 36.158
  • ALTIN 2997.813
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê ji bo Şehîd Muhammed Mursî peyama tazîyê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed Mursîyê ku yekemîn serokomarê hilbijartî yê Misirê bû bi darbeya leşkerî ya ku ji teref Sîsî ve hat kirin hat desteserkirin û hat avêtin zindanê ku doh di dema salona mehkemê de kir ku xeber bide ji nişka ve nerihet bû û şehîd bû.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji ber şehadeta Muhammed Mursî peyama tazîyê weşand.

Saglam di peyama xwe de derbarê şehadeta Mursî de wisa got: “Înna lîllah we înna îleyhî racîun. Xebera şehadeta Muhammed Mursîyê Serokomarê meşrû yê Misira gihaşt min. Ez ji Xweda ji bo Muhammed Mursîyê ku di oxira heq û heqîqetê de bi salana di zindanan de ma û gelek êş û elem kişand û di dawîya emrê xwe de gihaşt şehadetê rehmet û ji bo malbata wî jî sebir niyaz dikim. Ey Muhammed Mursî!  Xweda sebrê û zaferê ji wan kesên ku di rêya te de dimeşin re îhsan bike.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir