• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
ÎTTÎHADUL ULEMAyê ji bo Şehîd Muhammed Mursî peyam weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed Mursîyê ku yekemîn serokomarê hilbijartî yê Misirê bû bi darbeya leşkerî ya ku ji teref Sîsî ve hat kirin hat desteserkirin û hat avêtin zindanê ku doh di dema salona mehkemê de kir ku xeber bide ji nişka ve nerihet bû û şehîd bû.

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Enwer Kiliçarslan  ji ber şehadeta Muhammed Mursî peyama tazîyê weşand. Kiliçarslan di peyama xwe de ji bo Mursî rehmet û ji bo malbata wî jî sebir niyaz kir.

Kiliçarslan di berdewama peyama xwe de wisa got: “Xebera şehadeta Muhammed Mursîyê Serokomarê meşrû yê Misira gihaşt me ku Mursî di demên dawî yên emrê xwe di nav ezîyet û qehrê de borand. Xweda wî bi nebî, şehîd û siddiqan  haşir bike û wî ji me re bike şefaatkar.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir