• DOLAR 32.547
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2444.094
  • ...
Ji  komxebata bêexlaqîyê re berteka tund: Bila bê betalkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî niha li Mêrdînê çendîn bar hat xwestin ku bernameyên LBGTÎyan ên ku bêexlaqî û bêedebîyê di nav  civakê de belav dikin bên tertîpkirin ku Mêrdînî her tim li dijî vê bêexlaqîyê rawestîyan  û bernameyan dan betalkirin.

Li bajêr vêcar jî bernameya LBGTÎ  ya bi navê “Komxebata Jinan a Mehelî ya Yekemîn” di bin organîzasyona Şaredarîya Bajêra Mezin a Mêrdînê de dê ji teref  TMMOBê ve bê tertîpkirin. Tê diyarkirin ew ê di komxebata ku dê li salona konferasê ya şaredarîyê bê tertîpkirin de mijarên mîna “Newekhevîya Zayendî ya Civakî, Sosyalîzasyona Cûdakarî û Pêşdarazê, LBGTÎ û Têgehên Bingeh û Bûkên Zarok, Daneyên Îstatîkî yên Dayikên Zarok” bên axavtin.

Mêrdînîyên ku derbarê vê bernameya “LBGTÎ û Hevzayendî”yê ya ku dê li navendê bê tertîpkirin de ji ÎLKHAyê re axivîn, destnîşankirin ew naxwazin navê bajarê wan bi wê bêexlaqîya ku bûye sedema helakbûna qewmê Lût bê bîranîn.

Mêrdînîyên ku derbarê mijarê de axivîn ji bernameya ku dê bê tertîpkirin re wisa bertek nîşan dan:

Şêx Evdirrehman Kahraman: “Ez van bernameyên ku xeyrî exlaqî ne bi tundî şermezar dikim. Ez bang li Walîyê Mêrdînê  Mustafa Yaman dikim.  Ji kerema xwe re destûrê nedin van bernameyên wisa.”

Serokê Hîkmet-Derê Mela Elî Ozguç: “Divê ji wan kesên ku hewl didin xebatên LBGTÎyan meşrû nîşan bidin re destûr neyê dayîn.”

Weelatîyê bi navê Kamuran Turgay: “Tehemûla gelê Mêrdînê ji LBGTÎyan û  ji pêkhatîyên mîna wî re tune ye. Em Mêrdînî van bernameyên wisa yên bêexlaq naxwazin.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir