PKKê 2 karkeran qetil kir
Li Colemêrgê 2 karker ji teref PKKê ve hatin qetilkirin.
Hat ragihandin li Colemêrgê 2 karker di êrîşa ku ji teref PKKê ve hat lidarxistin de jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Colemêrgê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, li gundikê Aagçliya gundê Onbaşiyan a Geverê PKKyîyan êrîş birin li ser karkerên ku di çêkirina rê de dixebitîn, di encama êrîşa ku hat kirin de 2 karker jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)