Şehîdên 6-7ê Cotmehê li ser qebrên xwe hatin bîranîn
Şehîd Yasîn û hevalên wî yên ku ji teref HDP/PKKyîyan ve hatin şehîdkirin li ser qebrên xwe hatin bîranîn.
Berî vê 5 salan dema ku dîrok 6-7ê Cotmehê nîşan dida Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî dema ku goştê qurbanan belav dikirin ji teref HDP/PKKyîyên hov ve hatin şehîdkirin. Malbat û nas û hezkirîyên Şehîd Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak û Rîyad Guneş li ser qebrên şehîdan ew yad kirin.
Li ber serê şehîdan Yasîn hat xwendin û ji bo wan dia hat kirin. Malbatên şehîdan ên ku îdeke din bêyî zarokên xwe derbas dikin ji teref kesên ku hatibûn li ser qebran ve hatin tesellîkirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, Alîkarê Serokê Giştî Huseyîn Yilmaz, Serokê Bajêra Diyarbekirê Osman Aktaş û gelek zêde welatî hatin li ser qebrên şehîdan.(ÎLKHA)